image

Rêxistina îstîxbarata derve ya Almanya BND, civaka navdewletî di warê fuzeyên Kore ya Bakûr de hişyar kir.

Rojnama Almanya ya bi navê Bild ragihand ku serokê BNDê Ole Diehl weha gotiye: “Menzîla fuzeyên Kore ya Bakûr dikare heya Awrûpayê were.”

Li gor nûçeyê serokê BNDê di hevdîtina bi dizî ku bi parlementerên Almanya re kiriye, di derbarê fuzeyên Kore de agahî daye wan. Di civînê de gotiye mirov dikare bêje ku fuzeyên Kore heya Awrûpayê werin.

Li gor agahiyên ku Kore ya Başûr daye di gulana bê de, wê serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Kore ya Bakûr Kim werin cem hev. Mijara nukleerî wê di wê demê de were rojevê.