image

PeyamaKurd – Ji ber şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, di navbera Macarîstan û Amerîkayê de alozî derket. Wezîrê Bazirganî û Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto di daxuyaniyekê de bertek nîşanî Balyozê Amerîka li Budapeştê David Pressman da ku siyaseta welatê xwe ya li hember Rûsyayê rexne kiribû.

Wezîrê Karên Derve û Bazirganiya Derve ya Macarîstanê Peter Szijjarto diyar kir, ne mafê Amerîka û ne jî balyozê welatekî din ê ku li Macarîstanê kar dike tune ye ku destwerdana siyaseta navxweyî ya Macarîstanê bike.

"Em qeymeqam û wekîl qebûl nakin. Li gorî min ew ji bo ji me re bêje em ê li welatê xwe çawa bijîn neha şandin. Ew serdem qediya. Macarîstan welatek serwer e û ji derve kes nikare ji me re bibêje em ê çawa bijîn."

Szijjarto da zanîn, Macar bi xwe hikûmeta xwe hildibijêrin û mafê Macaran heye ku di hilbijartinên bê de hikûmetê biguherînin û tekez kir, hikûmeta Macaristanê wê tenê ji bo berjewendiyên Macaran kar bike.