image

PeyamaKurd- Parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan ragihand ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, di hilbijartinan de bi saya hilbijêrên HDPê bi ser ket.

Di dema ku eniya HDPê beriya hilbijartinan ji bo xurtkirina destên xwe polîtîkayê dikir, ji aliyê parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan ve li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, daxuyaniyeke balkêş hat belavkirin.

Altan Tan, di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdar bû de axivî û diyar kir ku Ekrem Îmamoglu bi saya hilbijêrên HDPê di hilbijartinên şaredariyan de bi ser ket û got ku

"Birêz Îmamoglû gelek difikire ku li Stenbolê bi ser ketiye. Gel bêyî ku wî nas bike, dengên xwe danê."

Altan Tan da zanîn ku Îmamoglu ketiye nav şaşîtiyeke wisa ku di hilbijartinan de ew bi serkeftina xwe bûye Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê lê belê bi saya hilbijêrên HDPê bûye.