
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand wê Amerîka bi miqdarê 350 milyon dolarî alîkariya ewlehiyê bide Ûkraynayê. Weka tê dîtin, rêvebiriya Amerîkayê alîkariya xwe ya ji bo Ûkraynayê dewam dike. Blinken ragihand ku di nav alîkariya ewlehiyê de ya ji bo Ûkraynayê, muhîmmatên ji bo HIMARS an, obusan û Bradleyan alavên şer, fuzeyên HIMARS an, sîlihên taksawar, botên ser çeman û ji bo sîstema techîzatên din, di nav wan de alav hene.
Blinken ragihand ku şerê Ûkraynayê çendîn dewam bike jî, wê bi Ûkrayna re li hemberê Rûsya bin û Rûsya dikare
bi tenha serê xwe şer biqedîne. Amerîka, ji destpêka şer heya niha ji 32 mîlyar dolarî zêdetir alîkarî daye Ûkraynayê.