image

Îsraîl drona Îraniyan xist. Sûriye balafira Îsraîlê xist, pîlot birîndar rizgar bû û li Şamê dengê teqînan tê. Artêşa Amerîka li Qatarê, li balafirgeha Al Hudedî ya hewayî, di asta herî bilind de alarmê da. Piştî şerê kendavê ev cara yekeme ku di asta herî bilind de alarm tê dayîn.

Li gor ajansa Reutersê; ji rêvebiriya Sûriyê yekî ku nexwestiye navê xwe bide, weha gotiye: “Dijminê me Îsraîl vê sibê zû xwest êrîşê bîne ser baregeha leşkerî ye me. Sîstema hewayî ya parastina me li dijî wê derket. Me ji yekî zêdetir balafirên Îsraîlê xistiye.”

Sûriye jî qebûl dike ku di dema li baregeheka Îranê ya li Sûriyê dixistin, balafireka wan ya F-16ji aliyê sîstema hewayî de hatiye xistin. Li gor medya Sûriyê ragihandiye, Îsraîl di navbera 1 sietek de, li der û dora Şamê, li 10 baregehan xistiye.

Ji hedefên wan yek jê tûgaya 104 emîn ya ku Parêzvanê Komara Sûriyê ye.