image

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Price li ser êrîşên ji aliyê Sûriyê de bo ser polîsên Tirkiyê hatine kirin daxwuyanî da û êrîşê şermezar kir. Price weha got:

“Em êrîşên ji derveyê sînor yên ser Tirkiyê şermezar dikin. Ji bo malbatên her dû polîsên Tirkiyê yên kuştî sersaxiyê dixwazin. Divê li deverên agirbesê temamê terefan riayeta agirbesê bikin, li Sûriyê îstîqrarê xwurt bikin û ji bo çareseriya siyasî bixebitin.

Tirkiye hevkarê me yê NATO ye û ji bo li Sûriyê teror biqede heya qedandina şer, di gelek sehayan de em bi hevre dixebitin û berjewendiyên me hevparin. Di mijara siyaseta Sûriyê de em ê bi Ankara re di nav şêwrê de bin.”

Price li ser fiotina F-16 yan ji bo Tirkiyê li ser pirsa hat kirin jî weha got:

“Heya li ser firotina F-16 an em ji kongrê re pêşniyar neşînin, em ê şiroveyan nekin.”