image

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji bûyerên li Efrînê diqewimin bifikar in û Efrîna ku piraniya wê Kurd in rastî êrişa Artêşa Tirkan hatiye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser rewşa Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku, "Xeberên ji Efrînê tên me ber bi metirsiyê ve dikişînin. Weke ku tê zanîn piraniya nufûsa Efrînê Kurd e û ji ber metirsiya Artêşa Tirk ve hatiye valakirin."

Di daxuyaniyê de wiha hatiye ragihandin:
"Dewletên Yekbûyî li ser 48 saetên dawî ji Efrînê raporan digire. Piraniya nifûsa bajêr ku kurd e, di bin gefa êrîşa hêzên artêşên Tirk û Artêşa Azad ku piştevaniya wê Tirkiye dike da ne. Ji ber vê yekê di rewşa herêmî ya însanî de hewcedarî bi alîkariyek ku pêwîstiyên bingehîn bîne cih heye."
Herwiha hat diyar kirin, ji bo alîkariya însanî bigihê kesên ku ji ber tundûtûjiyê mexdûr bûne ew wek Amerîka bang li Tirkiye, Rûsya û rêveberiya Sûriyê dikin ku destûra arîkarîya însanî bidin û kesên ji malên xwe dûr ketine vegerin malên xwe.