image

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan, hişyariyê li ser rewşa muxalîfê Pûtîn ku hatiye girtin Alexei Navalny dide Rûsyayê.

Bijîşkan dabûn zanîn, rewşa Navalny yê di girtîgehê de xerab e û guman heye ew heta çend rojan can bide.

Sullivan ji kanala CNNê re destnîşan kir, wan bi Hikûmeta Rûsya re pêwendî çêkiriye û got, eger li girtîgehê tiştek were serê Navalny, ew ê berpirs Moskow be. Herwiha eşkere kir, eger Navalny can bide, ew ê hin encamên wê jî hebin.

Navalny yê 44 salî diyar kiribû, di girtîgehê de ew nayê dermankirin û dest bi greva xwebirçîkirinê kiribû.

Bijîşk dibêjin, rewşa gurçikên Navalny ne rind e û çavên wî jî wek berê nabînin.

Rûsya, di meha Sibatê de ji ber binpêkirina serbestbûna bi şert, du sal û nîv cezaya girtîgehê dabû Navalny.

Navalny li Almanya ji ber jehrkirinê hatibû dermankirin û ew di vegera Rûsya de li balafirgehê hatibû girtin.

Roja Înê ji 80 zêdetir nivîskar, derhêner û rojnamegeran, bi nameyekê ji Serokê Rûsya Vladimir Putin daxwaz kiribûn Navalny li gor rewşa xwe were dermankirin.

Karbidestên girtîgehê dibêjin ew dixwazin Navalny were dermankirin, lê didin zanîn, ew dixwaze ku bi xwe bijîşkê xwe hilbijêre.

Çaverê ye ku wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa (YE) roja Duşemê ser rewşa Navalny biaxifin.