image

PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî da li welatiyên xwe, da ku ji ber şewba vîrusa Korona serdanên xwe yên li derveyî welêt ji nû ve binirxînin.

Wezaretê diyar kir, şewba vîrusa Korona bo kesên di rêwîtiyê de ‘‘rîskên bêhempa’’ çêdike.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, vê hefteyê hişyariyên ji bo rêwîtiyê dê werin nûkirin û ji bo ji sedî 80 welatan hişyariya ‘‘rêwîtiyê nekin’’ were danîn ku ew asta çaran ya hişyariyê ye.

Amerîka berê bo 34 dewletan hişyariya asta çaran ragihandiye ku di nav wan de Arjantîn û Brezîlya hene.

Herwiha rêveberiya Washingtonê, ji bilî welatiyên Amerîka nahêle tu kes ji Çîn, Îran, Brîtanya û Afrîqaya Başûr derbasî welêt bibe.