image

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price li ser ku Ûkrayna li baregehên hewayî yên Rûsyayê xistiye axifî û got:

“Em ne ji bo ku Ûkrayna li derveyê sînorên xwe bikarbîne destekê didinê. Em Ûkraynayê teşwîq nakin ku li derveyê sînorên xwe êrîşan bike.”

Price, di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser mijaran axifî. Li ser pirsa ku Ûkrayna li rojavayê Rûsyayê êrîşê biriye ser baregehên hewayî yên Rûsyayê got ku alîkariya didin Ûkraynayê, tenê ji bo parastina xwe bike û li hemberê êrîşên Rûsyayê raweste ye. Price weha got:

“Me sîlih da Ûkraynayê ne ji bo li ser axa Rûsyayê bikarbîne. Me aşkera got ku ji bo parastina xwe bikarbîne. Serokê me jî berê aşkera beyan kir. Em destekê nadin ku di derveyê axa xwe de bikarbîne. Em wan êrîşên di derveyê axa Ukraynayê de jî teşwîq nakin.”

Di medyayê de cîh girtibû ku Ûkrayna di van rojên dawiyê de li rojavayê Rûsyayê bi dronan êrîşan biriye ser sê baregehên hewayî yên Rûsyayê.