image

PeyamaKurd –  Amerîka ji ber ku Rûsya li sînorê Ukrayna leşker bi cîh kirine, piştgiriya ewlekarî ya bo Kîevê zêdetir dike.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Antony Blinken di serdana Ukrayna de bo serokomarê wî welatî Voldomir Zelenskiy re civiya û bi hev re preskonferanseke hevbeş li dar xistin. Blinken destnîşan kir, Rûsya daye zanîn ku leşkerên xwe ji sînorê Ukrayna vekişandine, lê gelek yekîneyên wan û kelûpelên leşkerî li sînor mane.

Ji ber ku Rûsya li sînorê Ukrayna leşker bi cîh kiribûn, di navbera Moskow û welatên rojava de girjî çêbûbû.

Wezîrê Amerîkî eşkere kir, Serok Joe Biden jî dixwaze serdana Ukrayna bike û bi Zelenski re bicive, lê wî tu dem eşkere nekir.

Blinken diyar kir, Amerîka dixwaze hevkariya ewlekarî û piştgiriya bo Ukrayna zêdetir bike û ser vê mijarê jî tu hûrgilî neda.

Serokomarê Ukrayna Zelenskiy destnîşan kir, li Qirimê bi bi hezaran leşkerên Rûsya hene û wan bi tenê 3500 leşker vekişandine.

Biden piştî girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de gûr bûbû, meha borî gotibû ku ew ê bêşert piştgirîyê bidin Kîevê.

Moskowê di 22yê Nîsanê de dabû zanîn, ew ê leşkerên xwe ji sînorê Ukrayna vekişîne.