image

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Jen Psaki li Koşka Sipî civîna çapemeniyê ya rojane kir û pirsên rojnamevanan bersivand. Li ser pirsa guherîna serokatiya Îranê û ji niha pê de dê hevdîtinên bernama nukleerî bi Îranê re çawa bimeşe de got:

“Serokê Amerîkayê Joe Biden weka kesê di mijarê de biryarê bide lîderê Îranê Alî Hamaney qebûl dike. Hal berya hilbijartinê weha bû. Îro jî wisa ye. Bi îhtimaleka mezin dê di pêşde jî wilo be.”

Li ser pirsa ku dorpêça Amerîkayê li ser Reîsî heye jî Psaki weha got:

“Serokkomarê nû, wê ji îhlalên mafên mirovan yên ku kiriye berpirs be. Em banga xurt li Îranê dikin da zîndaniyên siyasî berdin, rêz li mafên mirovan û azadiyên bingehîn bigrin.”

Psaki li ser hin mijarên din weha got:

“Em li ser bernama nukleerî hêj negihane encamê. Îran di seha dinyayê de, di mijara mafên mirovan de an di têkiliyên herêmî de, di dinyayê de aktorekî baş nîne. Em bo berjewendiyên xwe li pey peymaneka nukleerî ne lê em van tiştan ji bîr nakin.

Li ser hevdîtina Biden û serokkomarê Afxanistanê Eşref Xenî ya di 25 ê hezîranê ya roja înê, Biden gelkî girîngiyê dide mijarê. Mijara hevdîtina her du lîderan seha xebatê ya hevpar û mafên mirovane.”