
PeyamaKurd – Koordînatorê stratejiyê yê konseya ewlehiyê yê Koşkla Sipî John Kirbay di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku rewşa darayî ji bo desteka Ûkraynayê heya payîzê wan îdare dike. Kirby weha dewam kir:
“Rewşa me ya darayî ji bo desteka Ûkraynayê ya di operasyonên di sehayên şer de heya payîzê (dawiya sala malî) me îdare dike. Eger pêdiviya me çêbibe, em dikarin ji kongrê daxwaz bikin. Dema pêwsit be em ê daxwaz bikin lê niha pêdiviya me tine.”