image

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby li ser mijara hewldanên Rûsyayê yên êrîşkirina ser xaka Ukraynayê daxuyanî da.

John Kirby got: “Berê me ev lîstik dîtiye, bi awayekî diyar di 2014an de, dema ku Rûsya Kirimya dagir kir. Niha jî zanyarî li cem me hene, nîşan didin ku Rûsya li behaneyekê digere ji bo êrîşkirina ser Ukraynayê. Rûsya dixwaze komeke çekdar pêk bîne ji bo êrîşî ser Ukrayniyên rojhilatê wî welatî bike, da ku bi hinceta wê yekê, hêzê bibe nav axa Ukraynayê.”

Hêjayî gotinê ye, roja Înê êrîşeke elektronî li ser çend malperên hikûmî yên hikûmeta Ukrayna hat kirin ku berpirsên Kîevê Rûsyayê bi wê yekê tometbar dikin ku li ser malperên hackirî nivîsiye, “Ji vê yekê xirabtir jî tînin serê we.”

Îstixbarata Amerîkayê jî balê dikişîne ser ku Rûsya dest bi şerê medyayî û teknolojîk li dijî Ukraynayê kiriye, ji bo ku wan jinav bibe û têkevin şaşîtiyê û hincetekê bidin Putin daku êrîşê bide destpêkirin.