image

PeyamaKurd – Wezareta Xezînê ya Amerîkayê şîrketa leşkerî ya Rûsya Wagnerê kir nav ‘lîsta rêxistinên sûc yên navdewletî’. Sala borî Koşka Sipî wêneyan parvekiribû ku Kore ya Bakûr sîlihan sewq kiriye ji bo Wagnerê da li Ûkraynayê bikarbînin. Di mijarê de berdevkê Koşka Sipî John Kirby hefteya borî ragihandibû ku sîlihên ku Kora Bakûr dibirin Rûsyayê di vagonên wan de roket û fuze hebûne. Wagner, ji aliyê hevalê nêz serokê Rûsyayê, ji aliyê Yevgeny Prigozhin de hatiye avakirin.

Her çendîn Kore qebûl nake ku sîlihan daye Wagnerê jî Amerîka di mijarê de bi agahiyên xwe bawere. Wagner berê jî li Kırım, Sûriye, Lîbya, Mali û Komara Orta Afrîkayê bicîh kiribûn.