image

PeyamaKurd – Awûstralya bi Fransayê re peymana kirîna keştiyên noqavê ya bi bihayê 90 mîlyar dolarî girêdabû lê Awûstralya bi Amerîka û Îngîltere re ji bo peymanekî dinê çêbike paymana bi 90 mîlyar dolarî dan betalkirin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser betalkirina peymanê gelek aciz bû û got ku wê ev bê bersiv nemîne.

Li ser mijarê Fransa konsolosên xwe yên li Amerîkayê û Awûstralyayê paşde vekişand û ji bo Îngîltere bertekekî dijwar nîşan da û got:

“Tiştên hatin kirin wê bê bedel nemînin.”

Awûstralya ji bo avakirina filoya keştiyên noqavê yên dîzel ji bo di sala 2030 an de teslîm bike, bi grûba hilberîner ya keştiyên noqavê ya Fransiz re ya Grûp Naval re peymanê girêdabûn, Awûstralya roja pênşemê ragihand ku peymanê betalkirine û bi Amerîka û Îngîltere re peymanekî nûh çêkirine.

Li ser mijarê Fransa derbeyekî mezin xwar û Macron konsolosên xwe yên li Amerîka û Awûstralyayê bi paş de vekişand. Li ser fermana Macron wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian konsolosê xwe yê li Amerîkayê Philippe Etienne û yê Awûstralyayê bi paşde vekişand. Lê ji bo konsolosa xwe yê li Îngîltere ji bo Catherine Colonna hêj pêngavekî navêtiye.

Rêvebirên Fransayê Amerîkayê bêhtir berpirsê mijarê dibîne ji ber serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson dibêje têkiliyên wan bi Fransayê re gelek zexm e.

Konsolosê berê yê Fransayê yê li Îngîltere Lord Peter Ricketts got ku Îngîltere derfetkare û tevgerên Fransayê yên heya niha nîşan didin ku Îngîltere hevkarê sûce û wê li hemberê her 3 dewletan tedbîran bigre. Lord Ricketts, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Fransa ji niha de konsolosên xwe yên li Amerîka û Awûstralyayê bi paşde vedikşîne lê balkêşe konsolosê li Îngîltereyê heya niha nevekişandiye. Divê bende bin ku Fransa wê tevgerên ku berjewendiyên her 3 dewletan bixe hedefê, bike.”

Le Drian li ser mijara vekişandina konsolosan weha got:

“Ev birayerka îstîsnaye. Piştî Amerîka û Awûstralya daxwuyaniyên di 15 ê êlûnê de dan, di encama wê de ev biyar biryareka rewaye.”

Berdevkê wezîrê karên derve yê Awûstralyayê Marise Payne weha got:

“Fransa piştî biryara Projeya êrîşa Polê, biryara paşvekişandina konsolosê xwe ji bo îstîşareyan, ciyê xemgîniyê ye. Em Awûstralya, biryara ku me li gor berjewendiyên ewlehiya xwe daye, em dizanin ku xeyalên Fransayê şikandiye. Fransa bi taybetî li Hind-Pasifikê hevkarekî me yê girînge û para wê di îstîqrarê de heye û em girîngiyê didin têkiliyên bi Fransayê re. Wê ev neguhire.”

Wezîrê karên derve yê Fransayê Le Drain roja pêncşemê piştî peyman hat ragihandin, biyarê weka” ji paş de bi xencerê li Fransayê dane” şirove kir û weha got:

“Me bi Awûstralya re pêwenidyên baweriyê danî û bi baweriyê re îxanetê kirin. Di nav hevkaran de ev nayê kirin.”