image

PeyamaKurd – Di nav rêvebiriya Amerîka û Îsraîlê de li ser mijara Îranê civîn çêbû û rêvebiriya Amerîkayê ragihand ku bo ewlehiya Îsraîlê divê Îran ti carê nebe xwediyê sîlihên nukleerî.

Berdevka Konseya ewlehiya netewî ya Amerîkayê Emily Horne bi awayekî nivîskî ragihand ku di bin serokatiya şêwrimendê netewî yê ewlehiyê yê Amerîkayê Jake Sullivan de, civîna Grûba Îstîşarî ya Stratejîk ya Amerîka-Îsraîlê li ser online ê çêbû.

Horne ragihand ku civîn perçeyekî ji civînên ewlehiyê yên navbera her dû welatane. Horne ragihand ku her dû teref li ser zor û tehdîdên herêmî, behsa zêdekirina tedbîrên ewlehiyê kirine û weha dewam kir:

"Sullivan, rêvebiriya Biden-Harris ê bo temîna ewlehiya Îsraîlê bike, ew soza ku daye, ‘wê Îran qet nebe xwediyê sîlhên nukleerî’ dubare radigihîne.”

Horne got ku di mehên pêşde rêvebirên Amerîka û Îranê gotine wê diyaloga xwe dewam bikin û Sullivan hevtayê xwe Meir Ben-Şabbat berya ev meh biqede, dawetî Amerîkayê kiriye.