image

PeyamaKurd-  Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan, li ser hegera bikaranîna çeka nukleerî, Rusya bi awayekî tund hişyar kir. Sullivan ragihand ku di rewşeke wisa de dê encamên dijwar derkevin.

Jake Sullivan, nirxandina xwe bi rêya televîzyona Amerîkayê ABCê kir û da zanîn ku di hegera bikaranîna Rusyayê ya çeka nukleerî de dê Amerîka bersiveke tund bide Moskowê.

Şêwirmendê Ewlehiyê Sullivan, di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got:

“Em hem bi awayê rasterast hem jî bi awayê taybet, ji Kremlînê re dibêjin ku encam çi dibe bila bibe, heger Rusya çeka nukleerî bi kar bîne, ev yek dê rê li ber encamên gelek dijwar veke.

Di rewşa bikaranîna çeka nukleerî de Amerîka jî û hevkarên wê jî dê bi awayekî biryardar bersivê bidin û em ji bo divêtiyên vê bersivê jî gelek bi zelalî tevdigerin.”

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, çend roj beriya niha gotibû, “Heger yekparçeyiya axê bikeve bin gefan, ew ê Rusya hemû derfetan bi kar bîne û ev ne gotineke xapînokî ye.”