image

PeyamaKurd – Hikûmeta Amerîkayê îdiaya medya Îranê ya pevguhertina 4 girtiyên Amerîkî bi 4 girtiyên Îranî yên di destê wan de red kir.

Televizyona fermî ya dewleta Îranê belav kiribû ku rêveberiya Tehranê gotîye, ew ê 4 girtiyên Amerîkaê yên bi tawana sîxûriyê hatine girtin azad bikin, li hember 4 girtiyên Îranî yên li Amerîka girtîne û 7 milyar dolên Îranê yê hatiye cemidandin were serbest berdan.

 wê destberdayî 7 mîlyar dolaran bibe ku malê Îranê ne, li Amerîka hatine cemidandin.

Televizoynê ji zarê berpirsekî hikûmeta Tehranê daye xuyakirin ku ew dê welatiya Brîtanî-Îranî Nazanin Zaghari-Ratcliffe azad bikin li hember vegerandina pereyên Îranê yên alavên leşkerî ku deynê Brîtanya ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ji Reutersê ragihand ku ew îdiya derbarê pevguhertina girtiyan de nerast e.

Berpirsê Dîwana Koşka Spî Ron Klain jî da xuyakirin: "Mixabin ku ew raport ne rast in, ti lihevhatinek derbarê 4 Amerîkiyên girtî de nîne."