image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di ser hesabê xwe yê medyayê de behsa hevdîtina xwe û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan kir. Blinken got ku li ser mijarên serbestberdana rehîneyên Xezzayê, alîkariya mirovî ya ji bo Xezzayê û behsa rewşa li Xezzayê kirine.

Hakan Fidan jî ragihand ku piştî civînê li ser rewşa Xezzayê û endamtiya NATOyê ya Îsveçê axifîne. Hakan Fidan ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Li ser hevdîtinê Blinken di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha dewam dike:

“Min bi Fidan re ji bo şerê Hamas-Îsraîlê belav nebe ciyên din, me behsa xebata xwe kir, dîlên ku di destê her dû terefan de mane, divê serbest berdin û em li ser alîkariya mirovî axifîn. Min behsa girîngiya erêkirina endamtiya NATOyê ya Îsveçê kir.”