image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê wê rahênana herî mezin a dîroka xwe çêbike ku wekî şerekî giştî yê dijî Hizbullah û Hemasê amadekarî hatiye kirin.

Kanala 13 ya Îsraîlê ragihand, wê rahênan wekî şerekî giştî li dijî Hizbullah û Hemasê be û ji hemû qadan ve wê moşek bên avêtin.

Kanala Îsraîlê diyar kiriye ku ev rahênan berê hatiye amadekirin û wê mehekê dewam bike.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku serokê artêşa Îsraîlê bi sedema  rewşa Qudsê û rewşa Filistînê bi giştî, biryar daye ku ev rahênan pêk bê û neyê paşxistin.