image

PeyamaKurd – Li Idlibê karwaneke artêşa Tirkiyê rastî êrîşeke moşekî hat û di encamê de leşkerekî Tirk hat kuştin û 4 hebê din jî birîndar bûn.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Sêşembê 11ê Gulana 2021ê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, roja 10ê Gulana 2021ê li devera Operasyona Mertalê Firat “Idlib” karwanekî lojîstîkî yê artêşa Tirkiyê rastî êrîşeke moşekî hatiye û di encama êrişê de leşkerek hatiye kuştin û 4ê din jî birîndar bûne û herwiha leşkerên birîndar yekser bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kiriye, piştî êrîşê hêzên artêşa Tirkiyê li armancên destnîşankirî dane.