image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî li ser biryara derxistina hemû çekdarên biyanî ji Libyayê biçe dengdanê.

Hat zanîn ku Encûmena Asayîşa Navdewletî wê piştî dengdana pesendkirina projeyasaya derbarê Libyayê de, komeke piçûk a çavdêriyê ya NY ji bo şopandina peymana agirbestê bişîne Libyayê û çavdêriya tevgera leşkerî û derxistina hêzên biyanî bike.

Hat diyarkirin ku projeyasaya ji aliyê Brîtanyayê ve bo Libyayê û derxistan çekdarên biyanî hatibû amadekirin bo Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres hatiye pêşkeşkirin û çavdêriya agirbestê jî hatiye pesendkirin.

Guterres ji bo mekanîzmeya çavdêriya agirbestê, pêşniyar kiribû ku 60 çavdêr weke destpêk li çend bajarên Libyayê bên belavkirin.