image

PeyamaKurd – Astronotê Fransî Thomas Pesquet ku 23yê Nîsanê bi roketa SpaceX Falcon 9 çûbû westgeha Fezayê ya Navdewletî (ISS) wêneyekê Kabeyê yê şevê ji fezayê belav kir.

Astronotê Fransî Thomas Pesquet, bi parvekirina wêneyê şevê yê Mekkeyê û Kabeyê ku ji fezayê girtiye re Cejna Remazanê li misilmanan pîroz kir.

Pesquet, wêne li ser Twitterê bi peyama; "Remezana we bi xêr be. (EidMubarek)" belav kir û bi fransî û îngilîzî got, “Mekke! Gelekî ronî û bêhempa ye.”