image

PeyamaKurd –  Amerîka û Îsraîlê li ser avakirina çend tîmên pispor li hev kirin û hat ragihandin ew tîm wê di pêşerojê de di warên hatine diyarkirin de amadekariyên pêwîst bikin û nexşerêya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê amade bikin.

Li gor çapemeniya Îsraîlî, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Aviv Kokhavi, di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de diyar kiriye ku li dijî Îranê, Îsraîl û Amerîka li hev kirine.

Herwiha Aviv Kokhavi eikere kiriye, ji bo rûbirûbûna gef û êrîşên Îranê û herwiha ji bo pêşîgirtina destwerdaniyên Îranê li deverê, Amerîka û Îsraîl li ser avakirina çend tîmên pispor li hev kirine û karê wan tîmên han, di pêşerojê de di wan warên hatine diyarkirin de amadekariyên pêwîst bikin û nexşerêya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê amade bikin.