image

PeyamaKurd- Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamaney, cara yekemîn ji bo bûyera kuştina keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî nirxandinek kir. Rêberê Îranê, li ser xwepêşandanan axaftinek kir û da zanîn ku ev helwest, plankirî bûye.

Piştî 17 roj di ser bûyera kuştina Jîna Emînî de derbas bûn, Rêberê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney, îro di merasima derçûna hejmarek efseran a li Tehranê de amade bûye û di derbarê bûyera kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve axiviye.

Li gorî ragihandina ku di ser hesabê medyaya civakî ya Farisî re hat kirin, Xemaney di axaftina xwe de wiha gotiye:

“Ev bûyera ku çêbû, di encamê de keçeke ciwan canê xwe ji dest da. Bûyereke tal bû, dilê me jî şewitî.

Lê berteka ji bo vê bûyerê bêyî ku lêkolînek hatibe kirin, ev nebû ku hejmarek kes kolanan bê ewle bikin, mizgeft û huseyniye û bankan bişewitînin, otomobîlên xelkê bişewitînin. Ev tevger, ne tevgereke asayî bû. Ev alozî, plankirî bûn.