image

PeyamaKurd – Balafira perwerdê ya sîvîl ket nav seha zankoya Kocatepe ya li bajarê Afyonê ya Tirkiyê. Parêzgeha Afyonê ragihand ku di ketina balafirê de xesara maddî çêbûye lê ya canî çênebûye.

Li ser bûyerê tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê. 2 kesên ku di balafirê de bûn, bi ambûlansan birine nexweşxanê. Li ser mijarê parêzgeh weha got:

“Ber destê êvarê balafira aîdê fermandariya meydana hewayê ya tîpa Cessna 172 ku ya perwerdê ye, bi sedemeka nediyar ketiye seha zanko ya Kocatepe ya bajarê Afyonê. Xesara maddî çêbûye lê ya canî çênebûye.”