image

Siyaseta ku Amerîka di navbera Tirkîye û Kurdan de dike û dimeşîne di çapemenîya cîhanê de tê rexnekirin. Siyaseta ku Amerîka di navbera Tirkîye û Kurdan de dike, siyaseta „ne şîş bişewite ne kabab „ e. Û ev yek jî çavê gelek alîyan ditirsîne ku Amerîka Kurdan bifroşe û ji bo berjewendîyên xwe bike qurban.

Herî dawîn di rojnameya Korea Times de Doug Bandow li ser vê mijarê nivîsand. Bandow, di gotara xwe de tîne zimên ku „Amerîka Kurdan difroşe“ û dibêje: “Bi ser ku Serok Trump ewqas qarewarê dike jî, rejîma Sûrîyê radestî rejîma Erdogan dibe û Kurdên ku hevkarên Amerîkayê ne difroşe.  Ev yek şermek mezin e. Waşîngton, ji alîyekî xwest bi darê zorê Esed derxîne, ji alîyekî xwest zora ÎŞÎDê bibe, ji alîyekî xwest li hember grûpên tundrew yên sunnî alîkarîya sunnî yên kendavê bike, ji alîyekî xwest bi grûpên radîkal re hevkarîyê bike, ji alîyekî xwest bandora Îranê bişkîne, ji alîyekî xwest hêza Kurdan xurttir bike, ji alîyekî xwest Tirkîyê bêdeng bike û ji alîyê din jî xwest Rûsyayê îdare bike. Di dawîyê de Dewleta Îslamî (ÎŞÎD) têk çû, lê armancên din pêk nehatin“.

Bandow, balê dikşîne ser têkilîyên Amerîka û YPG, tîne zimên ku Amerîka ji bo rê li ber hêzên Îranê bigre û zixtan li Rûsyayê bike da ku polîtîkayên Amerîkayê destek bike, YPG bi kar tîne û dibêje: “Tu îhtîmala ku YPG li ser navê Amerîkayê şerê artêşa Sûrîyê bike tuneye, ji ber ku Esed rêz ji bo Federasyona Bakurê Sûrîyê yan jî nîvxweserîya Rojava re girt. Bêguman Kurd ji hêzên Îranê ne xweş in, lê nikarin ji têkilîyên Sûrîye û Îranê r jî bibin asteng. Ji ber van sedeman, ji serî de planên Amerîkayê wek planên mirî û têkçûyî dixuyan“.

Bandow, di derbarê zirt û êrîşên Tirkîyê, helwesta Amerîka û YPG de jî tîne zimên ku zirt û gefên hikûmeta Erdogan bandorek mezin li ser Amerîkayê kir, hew nemabû ku Amerîka radestî Tirkîyê bibe û hêza YPG ji Minbicê ber bi Rojhilatê Feratê ve vekişîne û dibêje: „Tirkîyê êrîşî Efrînê kir û li hêzên Kurd xist. Ji alîyê din jî zirt dikirin ku berê xwe bidin Minbicê jî. Hêzên Kurd dev ji şerê Tirkîye ya ku endamê NATOyê ye berda.Her çiqasî Amerîka jî zirtên xwe kirin ku wê artêşa wan li Minbicê xwe biparêze jî, Tirkîyê guh neda zirtên Amerîkayê û gefên xwe zêdetir kir. Ji ber vê yekê, Wezîrê Derve Tîllerson bi lez û bez çû Enqerê, Amerîka amadekarî dikir ku  bêje bes e û radestî zirt û gefên Tirkîyê bibe“.

Bandow, di dawîyê de balê dikşîne ser têkilî û hevkarîya Amerîka û Kurdan, tîne zimên ku piştî dagîrkirina Efrînê hêzên Kurd xwe nêzîkî hikûmeta Şamê kirine, milîsên Esed li dijî Tirkan alîkarîya Kurdan kiriye û dibêje: “Amerîkayê qebûl kir ku hêzên Kurd ji Minbicê ber bi Rojhilatê Feratê ve paşde vekişîne. Lê heman pirs dîsa dikeve serê mirov: Wê Amerîka vê yekê çawa pêk bîne? Wê Kurd çima vê yekê qebûl bikin? Baş e, çima wê Kurd li dijî Şamê bisekinin û alîkarîya Amerîka ya ku serî li ber Enqerê tewandiye, bikin? Piştî têkbirina ÎŞÎDê diviyabû Amerîka ji Sûrîyê derkeve û evê yekê ji xwe re wek serkeftinek mezin bipesinîne“.

Z.B