
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdağ got: “pêdiviya dirêjkirina rewşa awarte li ortê ye” û dibe ku car din bê dirêjkirin.
Bozdağ balê kişand ser hinek bûyeran û got ku çawa Efrîn ji PYDê hatiye paqijkirin, li Til Rifetê jî ber bi dawiyê ve diçin. Bozdağ behsa Sincar û deverên dinan kir û got ku pêdivî bi paqijkirina wan deran jî heye.Mijara FETÖ ye jî sedeka dinê nîşan da ku dibe sedema dirêjkirina rewşa awarte.
Hukumet dixwaze vana hemû weka sedem nîşan bide û rewşa awarte dirêj bike. Bo dirêjkirinê divê Meclisa Tirkiyê biryarê li serê bide.