image

PeyamaKurd – Komîsyona Karûbarên Penaberan a ser Neteweyên Yekbûyî da zanîn, belemeke koçberan li benderên Yûnanistanê bin avê ket ku welatiyên Iraq, Îran û Afxanistanê tê de bûn.

Komîsyona Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî diyar kir, bi dehan kesên ku li ser wê belemê bûn, wenda ne.

Herwiha destnîşan kir, di 10ê Tebaxa 2022yan di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, li nêzîkî girava Karpatos a li Deryaya Egeyê, belem bin avê ketiye.

Di berdewamiyê de komîsyonê eşkere kir, nêzîkî 80 koçber di belemê de bûn, piştî ketina bin avê, hêzên deryayî yên Yûnanistanê karîne ji wan 29 kes rizgar bikin û 51 kes jî wenda ne.

Hêjayî gotinê ye, belema koçberan ji bajarê Antalya yê Tirkiyê, beriya du rojan bi mebesta ku bigihîje peravên Îtalyayê bi rê ketiye. Koçberên ku hatine rizgarkirin, hemû mêr in û jin û zarok di nav wan de tune ne, piraniya wan xelkê Afxanistanê ne û yên din jî Iraqî û Îranî ne.