
PeyamaKurd – Şîrketa asmanî û teknolojiyê ya Amerîkayê pêşniyara 2 dronên bê balafirvan bi 1 dolarî bifiroşe Ukraynayê kir.
CEO ya General Atomic Aeronautical Systems Lînden Blue, di daxuyaniyeke derbarê pêşniyarê de got:
"Ji destpêka dagirkirina Rûsyayê ve, em li vebijarkan digerin ku bersivê bidin daxwazên leşkerên Ukrayna, di nav de modelên me MQ-9 Reaper û MQ-1C Grey Eagle Drone. Ev peymanek ecêb e ku bêyî şert û mercên girêdayî ye. Tiştê ku tê xwestin erêkirina rêveberiya Amerîkayê ye.”
Balafirên bêpîlot ên Grey Eagle û Reaper jî ji aliyê artêşa Amerîkayê ve di pevçûnên li Afganîstan, Sûriye û Iraqê de hatin bikaranîn.
Şîrketê diyar kir, dronên bi teknolojiya pêşkeftî dikarin êrîş û çavdêriya dûrûdirêj bikin. Herwiha hat diyarkirin, wê bi balafiran re qereqolên kontrolê û alavên din ên pêwîst bên şandin.
Şîrketê herwiha ragihand, ew ê perwerdehiya bêpere bidin leşkerên Ukraynayê ku bikar bînin.