
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, bi tevlîbûna Serokê Amerîkayê Joe Biden, li Koşka Spî bernameyeke pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Li gorî hat diyarkirin, Joe Biden got, “Newroz li gelek deverên cîhanê û di nav de li Hewlêrê ji aliyê bi milyonan kesî ve tê pîrozkirin.”
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji bo Newrozê, li Koşka Spî şahiyek hat lidarxistin. Serokê Amerîkayê Joe Biden ku beşdarî pîrozbahiyê bû got: “Pîrozbahiyên Newrozê di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê gelên Îran, Efxanîstan, Hewlêr (Herêma Kurdistanê) û navçeyên din ve hatiye lidarxistin û derfet hebû ku ew serdana hinek ji wan cihan bikin.”
Di pîrozbahiyê de ku hevjîna Biden Jill Biden jî tê de amade bû, tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê ya ji xwepêşanderên Rojhilat û Îranê û sizakirina berpirsên Îranê yên di êrîşan de hat kirin.
Her sal Newroz li Koşka Spî tê pîrozkirin, lê Biden got ku pîrozbahiyên îsal ji salên din qelebalixtir in.
Biden ji bo jinên li Îranê jî axivî got, "Newroz, tê wateya hêviyê, bi taybetî ji bo kesên ku rojên reş derbas dikin. Em dizanin ku Newroza îsal ji bo gelek malbatan di demek dijwar de derbas bûye. Pêwîstiya wan bi hêviyê heye û niha ji her demê zêdetir pêdivî heye. Ji bo yên ku ji bo mafên mirovan û azadiyên bingehîn têdikoşin pêdivî heye.”
Derhênerê navdar ê Kurd Bahman Ghobadî û Nûnera Washingtonê ya Rêveberiya Xweser a Rojava Sînem Muhammed jî di nav de gelek kesayetên Kurd beşdarî bernameya Koşka Spî bûn.