image

PeyamaKurd – Amerîka piştî 20 salan ji şer û pevçûnanan, biryar da serbazên xwe li Afganistanê nehêle. Serokê Amerîkayê Joe Biden biryar da, serbazên Amerîkayê ji Afganistanê vekişîne û diyar kir:  “Gihiştime wê nerîna niha, ew jî ew e ku dawiyê bi dirêjtirîn şerê Amerîkayê bînin, dem ew e ku hêzên Amerîkayê vegerînin welat.’’

11yê Îlona Îsal, dawî bi dirêjtirîn şerê Amerîkayê tê. Amerîka dê nêzîkî 2 hezar û 500 serbazên xwe yên li Afganistanê ne vekişîne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kir: “Aniha, ez serokê çarem ê Amerîkayê me, ku serkirdayetiya hêzên xwe li Afganistanê dikin. Du Komarî û du Demokrat. Ez nahêlim ew berpirsiyarî bê veguhastin bo serokê pêncem. Piştî gotûbêjkirina min ligel hevbeş û hevpeymanên me, û gotûbêjkirina ligel serkirdeyên serbazî û istixbaratî, ligel dîplomatkaran, ligel şarezayan, ligel Kongresê û cîgirê serok, ligel serok Xenî û gelek kesên din li seranserê cîhanê, gihiştime wê nerîna niha, ew jî ew e ku dawiyê li dirêjtirîn şerê Amerîkayê bînin, dem ew e ku hêzên Amerîkayê vegerînin welat.”

Li Afganistanê aniha nêzîkî 2 hezar û 500 serbazên Amerîkî hene.

Li gorî rêkeftina navbera rêveberiya Trump û Talîban, biryar bû yekê Gulana îsal, serbazan vekişînin, lê rêveberiya nû ya Amerîkayê nerîneke wê ya din heye.

Rêveberiya Biden, piştrastiyê dide Hikûmeta Afganistanê ji bo di gelek waran de, alîkariya Kabîlê bike û piştgiriya hêzên NATOyê jî dike ku bêhtir ji 7 hezar serbazên wan li wî welatî dimînin.

Piştî biryarê, serokê Afganistanê, pêwendiyeke telefonî ligel Joe Biden encam da, her du aliyan li ser biryarê gotûbêj kirin.

Serokê Afganistanê Eşref Xenî dibêje: “Em rêzê li biryara Amerîkayê digirin” û tekez jî dike, hêzên wan dikarin berevaniyê di ber xelk û welatê xwe de bikin, her weke çawa di dema borî de kiriye, ku Afganî her dem supasguzar in.