image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku dê di meha hezîranê de di çarçoveya seredana Awrûpayê de, wê bi Vladimir Putin re hevdîtinê bike lê cîh û wexta hevdîtinê diyar nîne û hêj zelal nebûye. Biden behsa şandina leşkerên Rûsî bo ser sînorê Ûkraynayê jî kir û weha got:

“Halê Ûkraynayê nabe asteng bo daxwaza hevdîtina min û Putin. Hun zanin Rûsya dest bi vekişandina hinek leşkerên xwe ji ser sînor kir. Niha leşkerên wî li ser sînor hene lê ji yên mehekî berê kêmtirin.”

Biden li ser pirsa di seredana Londrayê û Brukselê de dê bi Putin re hevdîtin bikin an na, weha got:

“Ez bawerim em ê hev bibînin. Lê wext û ciyê hevdîtinê ne diyare. Li ser mijarê dixebitin.”