image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî Lutkeya Serokan a Dîyalog û Ewlekariyê ya çarqolî ku li paytexta Japonya Tokyoyê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Biden di civîna rojnamevanî de got, “Krîza Ukrayna ji meseleyeke Ewropayê zêdetir e. Ev pirsgirêkeke gerdunî ye.”

Joe Biden da zanîn ku êrîşa ser Ukrayna ya Rûsyayê, girîngiya armancên wekî parastina pergala navdewletî, yekparçebûna axê û serweriya welatan raxistiye pêş çavan.

Herwiha Biden, Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn careke din bi bombekirina dibistan, nexweşxane, kreş, muzexane û kuştina sivîlan tawanbar kir û got, “Ew nikare dagir bike, lê dê hewl bide nasnameyê tune bike.”