image

PeyamaKurd –  Serokê Amerîkayê Joe Biden, pêşwazî li danûstandinên nerasterast ên di navbera Tehran û Washingtonê de yên li ser rêkeftina atomî kir û got: “Dibe ku Amerîka vegere rêkeftinê.”

Joe Biden di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, pêtandina uranyumê bi rêjeya %60 ji aliyê Îranê ve, sûdê nade danûstandinên li ser rêkeftina atomî ya li Viyenayê.

Biden kêfxweşiya xwe li ser berdewambûna Tehranê ji bo encamdana danûstandinên nerasterast ên bi Washingtonê re li ser rêkeftina atomî nîşan da.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Dibe ku Amerîka vegere rêkeftina atomî ya Îranê.”

Roja 15ê Nîsana 2021ê Pêncşemê, li Viyenayê gera duyem a danûstandinên li ser rêkeftina atomî destpê kiribû.