image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re di derbarê bûyerên dawî de axifî û da zanîn, ew hêvî dike ku di demeke kin de dawî li tundûtûjiya li herêmê were.

Biden li Qesra Spî ji rojnamevanan re destnîşan kir, ew hêvî dike ku di demeke kin de dawî li tundûtûjîya li herêmê were û got, ‘‘Lê, mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze, bi taybetî gava bi hezaran roket li axa we dikevin.’’

Biden eşkere kir, ew bi Netanyahu re peyiviye û ew hêvî dike ku di demeke kin de encama wê axaftinê bibîne.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Antony Blinken jî berî daxuyaniya Biden, bi Netanyau re peyivîbû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka, Blinken ji Netanyahu re gotiye, divê Îsraîlî û Filistînî di aramî û ewlekariyê de bijîn. Blinken bang li her du aliyan jî kiriye ku girjiyê daxin.

Herwiha şîretvanê ser Filistîn û Îsraîlê yê Wezareta Karûbarên Derve yê Amerîkayê Hady Amr jî, dê roja Çarşemê serdana herêmê bike û bi rêber û pêşengên Îsraîl û Filistînê re bicive.