image

PeyamaKurd – Hevdîtina serokê Amerîkayê Joe Biden û ya serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di zîrwa NATO yê de pêkhat û qediya. Her dû lîder piştî Biden bû serokê Amerîkayê  cara yekê ye ku rû bi rû hev dibînin. Piştî hevdîtina wan, hevdîtinên di navbera heyetan de destpêkirin. Piştî hevdîtin biqedin dê ragihandinên fermî bên kirin.

Civîna her dû serokên dewletan li baregeha NATO yê destpêkir û 45 deqe dewam kir. Di nav babetên hevdîtinê de gelek mijar hene ku babetên li ser Sûriyê, Lîbya, Rojhilatê Derya Sipî, balafirên F-35, S-400 û Afganistanê.

Erdoğan, bi serokê Fransayê Macron, bi serokwezîrê Brîtanyayê Johnson, serokwezîra Almanya Merkel û serokwezîrê Yunanistanê Miçotakis re berya bi Biden re hevdîtinê bike, kir.