image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di pêwendiya telefonî de li ser mijarên ewlekariya navçeyî û cîhanî û geşepêdana aborî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî de hat ragihandin, Serokê Amerîkayê Biden û Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi telefonê axivîn.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin, Biden di hevdîtinê de pabendbûna Amerîka ya bi Peymana Çarçoveya Stratejîk a bi Iraqê re hatiye îmzekirin piştrast kir û hat gotin, "Wî hewldanên Sûdanî yên ji bo xurtkirina serwerî û serxwebûna Iraqê jî teqdîr kir." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di hevdîtinê de li ser polîtîkayên Sûdanî yên li hemberî aboriya Iraqê axivîn û Amerîka jî amade ye van polîtîkayan erê bike.

WÊ WEZÎRÊ DERVE yê IRAQÊ HUSEYIN BIÇE WASHINGTONÊ

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Biden serdana hefteya bê ya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bo Washingtonê jî pêşwazî kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Her du rêberan soz dan, wê piştrast bin ku DAIŞ careke din gefê li gelê Iraqê, ewlekariya navçeyê û navdewletî neke." Hat diyarkirin lîderan biryar dane di mehên pêş de di nava hevkariyê de bimînin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Şahê Urdinê Ebdullahê Duyem ku îro li Koşka Spî bi Biden re civiyabû jî beşdarî civînê bû û Şah Ebdullah tekezî li ser piştevaniya Urdinê ji bo Iraqê kir, di nav de projeyên hevbeş ên binesaziya stratejîk de.