image

PeyamaKurd – Şîrketa petrolê ya bi navê Colonial Pipeline ku çend roj berê bi sedema êrîşên sîberî xebatên xwe dabû rawestandin, Bloombergê ragihand bo xeta petrolê car din bixebite, şîrket bo korsanên sîberî yên rojhilatê Awrûpayê 5 mîlyon dolar pere daye.

Bloomberg her weha dibêje bi awayeka ku nayê zanîn ew pere bi rêya pereyê crîpto hatiye dayîn. Piştî pere hatiye dayîn, korsanan ji nûh de sîstemê vekiriye lê şîrket sîstema xwe ya yedekê bikaraniye.

Şîrketa Colonial Pipeline rojane 100 mîlyon galon benzîn û cûyerên ardûyê yên petrolê ji Hûstonê dişand lîmana New Yorkê lê bi sedema êrîşa sîberî, xeta petrolê ji 7 ê gulanê heya do nedixebitî.

Piştî xet nexebitî, li eyalên rojhilatê başûrê Amerîkayê kêmasiya benzînê çêbû.

Şîrket ragihandibû ku ji duhî û bi şûn de, dest bi şandina benzînê kiriye.