image

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna îro 18ê Çileyê 2022yan a koma partiya xwe de, bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên hefteya berê derbarê Îmraliyê (Abdullah Ocalan) de. Erdogan gotibû, wê Selahattîn Demirtaş hesabê mezin bide Îmraliyê.

Pervîn Bûldan li ser wan daxuyaniyan bal kişand ser proseyeke nû ya dîyalogê bi Abdullah Ocalan re û got, “HDP partiyeke têkoşîna siyaseta demokratîk dide ye. Têkane rêya aştiya civakî û çareseriya demokratîk dîyalog e. Em ê heta dawiyê piştgiriya dîyaloga di vê çarçoveyê de, li Îmraliyê bê destpêkirin bikin. Lê divê bibêjim ku em gotinên wan kesên behsa Îmraliyê dikin û tecrîdeke tund pêk tînin samîmî nabînin.”

Herwiha Buldan diyar kir ku di demeke siyasetmedarên partiya wan ên wekî Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û hemû hevalên wan ên din di bin tecrîteke giran de girtîne, nîqaşên derbarê van herdu rewşan de (tecrîd û diyalog) rast nabînin û qebûl nakin.