image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li Amerîkayê di çarçoveya civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê ye. Çavuşoğlu piştî civînê çû serkonsolosiya Tirkiyê ya Los Angelesê û li ser dorpêçên CAATSA û pêşdeçûnên li Rojavayê Kurdistanê axifî û hem têkiliyên navbera Tirkiyê-Amerîkayê rave kir. Çavuşoğlu weha got:

“Di têkiliyên me û Amerîka de pirsgirêk hene. Mixabin Amerîka li Rojava hê jî destekê dide PKK/PYD ê û ew jî di demên dawiyê de êrîşên xwe zêde kirine. Hebûna FETÖ ya li Amerîkayê û li aliyê dinê dorpêçên CAATSA yê me aciz dikin. Esas ev tev ji bo me mijarên ewlehiya netewîne. Em ji hevkarê xwe hesasiyetê dixwazin. Em bende ne ku hesasiyeta me fêm bikin.

Pêwenidyên me bi Amerîka re bi kokin û gelek kevnin. Dema me hedefa xwe ya bazirganiyê ji bo 100 mîlyar dolarî danî, ji bo gelek kesan weka xeyal dihat lê wexta em li hecma xwe dinêrin, niha Amerîka welatê duyeme ku em îxracatê dikin. Ew hedefa ku me daniye pêşiya xwe, ne ji bo demeke dirêje. Em dikarin di 7-8 salan de bigihên wê reqemê."