image

PeyamaKurd - Fermandarê CENTCOMê General Joseph Votel, ragihand ku çûna YPGê Efrînê bandor li têkoşîna li hember DAIŞê kiriye.

Votel diyar kir ku çûna YPGê Efrînê bandor li têkoşîna wan ya li hember DAIŞê kiriye. Herwiha YPG wek hevkarê sereke destnîşan kir û got niha qadên ku DAIŞ lê çalakiyan dike hene û divê operasyonên me bidomin.

Piştî mudaxeleya Tirkiyê li ser Efrînê hin hêzên YPGê çûbûn Efrînê.