
PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtina bi Serokê Çînê Şi Cinping re, li Pekînê got ku wî ji Çînê xwestiya hêza xwe ya pêwendiyan li ser Rûsyayê bikar bîne û şerê Ukraynayê bide rawestandin.
Michel gotiye, "Divê em kanalên ragihandinê bi Çînê re vekirî bihêlin” û diyar kiriye, "Min bang li Serok Şî kir ku rêzê li Peymana Neteweyên Yekbûyî bigirin û bi karanîna nifûza xwe ya ser Rûsyayê dawiyê li şer bînin.”
Herwiha Charles daye xuyakirin ku wî di serdana Çînê de, mijara binpêkirinên mafên mirovan ên ser herêma Uygurê anîne rojevê û got: “Êv nayê wateya xwe tevlîkirina karên navxwe yên Çînê. Ev girêdayî berdewamkirina peymanên NY yên bi dehan sal in welatan li ser lihev kiriye ye. Ji bo Hong Kongê jî heman tişt derbas dibe.”
Michel da zanîn ku wan li ser mijara Taywanê jî gotûbêj kiriye û YEyê pabendbûna xwe ya bo ‘Yek Çîn’ ê destnîşan kiriye.