image

PeyamaKurd – Taywan ragihand ku dewleta Çîn ê an ku artêşa Çînê bi 25 balafiran îhlala seha hewayî ya Taywanê (ADIZ) kiriye. Li gor ragihandina Focus Taiwanê; wezareta bergiriyê ya Taywanê balafirên Çînê yên ku îhlala ADIZ ê kirine, 14 ji wan J-16, 4 ji wan J-10, 4 ji wan H-6K balafirên bombardimanê, 2 ji wan Y-8, yek ji wan KJ-500 balafirên hişyariyê û kontrolê ne.

Wezareta Taywanê ragihand ku balafirên Çînê li rojavayê başûrê Taywanê firên xwe kirine. Bo balafirên Çînê terka seha Taywanê bikin, balafirên xwe bi hewa xistine û sîstema parastina hewayî ya bergiriyê xistiye dewrê.

Îhlala Çînê, piştî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken hişyariyê di derbarê Taywanê de da Çînê, îhlal hat kirin. Blinken Çînê bi tevgerên êrîşker yên bo ser Taywanê tewanbar kiribû.

Blinken got ku bo li deverê aştî û aramiyê temîn bikin, ew li ser soza xwe ne û weha got:

“Ez bo we dikarim weha bêjim ku niha guhertina statukoya Taywanê ya bi zorê biguhêrin, xetayekî mezine.”

Taywan berê jî di 26 ê adarê de, bi 20 balafiran heman îhlalê kiribû.