PeyamaKurd- Rêveberiya Pekinê, daxuyaniyek da û bal kişand ser vê yekê ku Japonya ji ber bergirên Covid-19ê yên ji bo rêwiyên ji Çînê tên sepandin, prosedurên wîzeyê yên ku dabû sekinandin, ji nû ve daye destpêkirin.
Ji aliyê Balyozxaneya Çînê ya Tokyoyê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku dê prosedurên serlêdana wîzeyê û erêkirina welatiyên Japonî berdewam bin.
Her wiha tevî ku sedema guhertina helwestê nehat diyar kirin jî biryar piştî ku Balyozxaneya Japonî ya li Pekinê di 27ê Rêbendanê de ragihand ku karûbarên wîzeyê yên ku ji ber der û dora Covîd-19ê hatine sînordarkirin, dê vegere tevgera xwe ya asayî.
Japonya jî di nav wan welatan de bû ku ew ê bergirên xwe ji bo rêwiyên ku ji Çînê werin, ji ber fikarên belavbûna dersînorî bigire.