PeyamaKurd- Welatê Amerîkaya Navîn Honduras, piştî ragihandina qutkirina têkiliyên dîplomatîk ên Çînê bi Taywanê re bi Çînê re dest bi têkiliyên dîplomatîk kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê, Wezîrê Çîn Gang û hevtayê wî yê Hondurasê Eduardo Reina li Pekînê daxuyaniya hevpar a ji bo avakirina têkiliyên dîplomatîk destnîşan kir.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku herdu welat hev û din nas dikin û ji roja destnîşanê pê ve dê li ser asta balyozxaneyê têkiliyên dîplomatîk ava bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Hondurasê de hat ragihandin ku têkiliyên dîplomatîk ên bi Taywanê re qut bûne û li şûna wê Komara Gel a Çînê wekî nûnerê Çînê hatiye qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmeta Komara Hondurasê dizane ku li cîhanê tenê Çînek heye û Komara Gel a Çînê tekane hikûmeta rewa ye ku nûnertiya tevahiya Çînê dike."