image

PeyamaKurd – Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, îro roja Çarşemê bi awayekî awarte dicive.

Li gor zanyariyan, kombûn dê li ser daxwaza Tunus, Norwec û Çînê çêbibe û bi awayekî girtî li dar bikeve.

Nûnerên Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê jî, bi awayekî demildest kom bûbûn, lê wan tu daxuyaniya hevbeş belav nekiribûn.

AFPê da zanîn, Amerîka teksta hevbeş nepejirandiye û ji ber wê daxuyanî çênebûye.

Li gor bernivîsê, ji Îsraîlê dihat xwestin, ‘‘hewildanên bicîhkirinê, hilweşandinê û bi zordestî derxistina ji malan’’ rawestîne.

Ji Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîka Ned Price roja Sêşemê hat pirsîn ku ew ê Washington helwesta xwe biguherîne yan na, Ned Price bersiveke rastexwe neda, lê got, ji kîjan aliyê were avêtin bila were avêtin, ew dixwazin gavên girjiyê kêm bikin.