image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka difikire bi qasî 1 milyar dolarê Îranê ku hatiye cemidandin serbest berde.

Li gorî nûçeya CNNê ku dispêre 3 çavkaniyên haydar ên rêveberiya Joe Biden, Amerîka ji bo ji hevdîtinên Vîyenayê yên bo vegera li peymana nukleerî ligel Îranê re bibe alîkar, difikire gaveke nû bavêje û 1 milyar dolarê Îranê yê bi sedema dorpêçan hatiye cemidandin serbest berde.

Hatiye diyarkirin ku Amerîkay dorpêça ser 1 milyar dolaran ji bo alîkariyên mirovî radike û ev jî wek niyetpakiyekî tê nîşandan.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku dê heger Amerîka vê biryarê bistîne jî ew mîqdara bê dayîn wê bi ser bankên Swîsreyê tenê ji bo alîkariyên mirovî bo welatiyên Îranê bê dayîn.

Herwiha hatiye diyarkirin ku beşek ji kongresmanên Amerîkî li dijî vê biryarê ne û dibêjen, wê bi vî awayî Amerîka xwe li hember Îranê lawaz nîşan bide.