image

Serokê meclisa Iraqê Selîm Cibûrî ragihand ku ew amade ne li dijî PKKê bi Tirkiyê re hevkariyê bikin.

Berdevkê Selîm Cûbûrî Abdulmelîk Huseynî ragihand ku Cûbûrî ji Ankara re gotiye ku ew ji xebatên PKKê yên li Iraqê acizin. Cûbûrî roja pêncşemê çûbû Ankara û bi serokkomarê Tirkiyê  Tayip Erdoğan re hevdîtinekî kiribû.

Huseynî got; di hevdîtinan de Bexda ragihandiye ku naxwaze rêxistineka weka PKKê li ser axa wan hebe û hem PKK asayîşa herêmê tehdîd dike.